Buhayê petrolê ji sedî 5 zêde bû, Brent nêzî 100 dolarî bû
Piştî bilindbûna rageşiya li Rojhilata Navîn û daxuyaniya Hûsiyan a li hemberî tankerên Siûdî, buhayê petrolê zêde bû. Buhayê warîleke petrola Brent gihîşt 100 dolarî.
Piştî bilindbûna rageşiya li Rojhilata Navîn û daxuyaniya Hûsiyan a li hemberî tankerên Siûdî, buhayê petrolê zêde bû. Buhayê warîleke petrola Brent gihîşt 100 dolarî.
Buhayê petrolê ji ber fikara ku şerê li Rojhilata Navîn berfireh bibe careke din zêde bû.
Piştî ku Hûsiyên li Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike bi daxuyaniyekê ragihandin ku wan li Derya Sor li tankerên petrolê yên Erebistana Siûdî xistin, buhayê petrola Brent serê warîlekê ji sedî 5 zêde bû û gihîşt 98,80 dolarî.
Petrola xav a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (WTI) jî ji sedî 3,78 zêde bû û serê warîlekê bû 90,11 dolar. Zêdebûna buhayê petrolê bandor li bazara Ewropayê kir.